Kanala ROJAVA TV

LI HERÊMA FIRATÊ BAWERNAME LI XWENDEKARÊN QONAXA SERETAYÎ HATIN BELAVKIRIN

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê îro bawername li xwendekarên qonaxa seretayî belav kir.

Bawername li 571 dibistanên herêma Firatê li ser 50 hezar û 949 xwendekarên qonaxa seretayî hatin belavkirin.

li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê di rojên pêş de dê bawername li 10 hezar û 560 xwendekarên qonaxa navîn û 2 hezar û 450 xwendekarên qonaxa amadehî jî werin belavkirin.

14`ê Gulanê ezmûnên dawiya sala xwendinê ya 2022-2023`an dest pê kiribû û roja 25`ê Gulanê jî bi dawî bûn.