1’EMÎN KONFERANSA KOMBÛNA JINAN A ZENÛBYA LI BAJARÊ REQAYÊ HATE LIDARXISTIN
Konferans li bajarê Reqayê bi beşdariya ofîsa kombûna jinên zenûbya ya Reqa û gundewarên wê, dezgehên sivîl û leşkerî û nûnerên partiyên siyasî hate lidarxistin.
piştî deqeyeke rêzgirtinê, axaftina destpêkê ji aliyê berdevka ofîsa Kombûna jinan a Zenûbya Sewsen El- Xelef ve hate kirin, paşê perespektîvên Rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin.
Di konferansê de rewşa siyasî û geşedanên li herêmê hatin nirxandin û senefizyonek jî derbarê xebatên ofîsê yên di nava du salan de hate pêşandan.
her wiha rêziknameya ofîsê hate xwendin û nîqaş ji aliyê beşdaran ve li ser hate kirin.