XELKÊN AMÛDÊ BI MEŞEKÊ PIŞTGIRIYA BERXWEDANA MEXMÛRÊ KIRIN
Ji bo piştgiriya berxwedana Mexmûrê, bi dehan xelkên Amûdê daketin qadan û Dorpêçkirina Wargehê weke dorpêçkirina Gelê kurd bi nav kirin.
Meş ji pêş Qada jina azad destpê kir û li qada Şehîd Cîhad veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku Dorpêçkirina wargehê dûrî zagonên navneteweyî ye.
Ji 20’ê Gulanê ve Artêşa Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi têlan dorpêç bike. Lê berxwedana xelkê Mexmûrê ya li dijî vê dorpêçê, bê navber dewam dike