Kanala ROJAVA TV

SIBE TURA DUYEMÎN A HILBIJARTINÊN SEROKKOMARIYA TIRKIYÊ YE

XELKÊN QAMIŞLO: DIVÊ GEL BIÇIN SER SINDOQAN Û DAWÎ LI DESTHILATA FAŞÎST BÎNIN

Sibe 28’ê Gulanê tura duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê ya Tirkiyê ku Kiliçdaroglu û Erdogan ketine pêşbirkê, pêk tê.

Têkildarî mijarê xelkên bajarê Qamişlo bang li Kurdên Bakurê Kurdistan û gelê Tirkiyê kirin ku sibe biçin ser sindoqan û dawî li desthilata wî ya faşîst bînin.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 14’ê Gulanê hilbijartinên parlamenteriyê û yên serokkomariyê pêk hatin.

Namzetê Tifaqa Milletê Kemal Kiliçdaroglu, namzetê Tifaqa Cumhurê Recep Tayyîp Erdogan, nazmetê Tifaqa Ata Sînan Ogan beşdarî pêşbirka hilbijartinên serokkomariyê bûbûn.

Dengên ti namzetên serokkomariyê têrê nekirin ku di tura yekekemîn de bibe serokkomar. Lewma, hibijartin ji bo tura duyemîn ma.

Têkildarî mijarê Xelkên bajarê Qamişlo bang li Kurdên Bakurê Kurdistanê û gelên Tirkiyê kirin ku sibe biçin ser sindoqan û dawî li desthilata Erdogan ya faşîst bînin.

Xelkên bajarê Qamişlo destnîşan kirin ku ji bo bidawîanîna li Faşîzma AKP-MHP’ê sibe rojeke girîng e.

Her wiha Li gorî çavdêran, dê tura duyemîn a hilbijartinê zêdetir germ bibe û derî li ber hemû îhtîmalan vekirî ne.
bi taybet di tura yekemîn de li ber çavan xuya bû ku Erdogan gelek alîgirên xwe ji dest dan.