Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN NAVÇEYA DIRBÊSIYÊ PIŞTGIRIYA BERXWEDANA XELKÊN MEXMÛRÊ KIRIN

ŞÊNIYÊN DIRBÊSIYÊ: DORPÊÇKIRINA MEXMÛR Û GIRTINA DERGEHÊ PÊŞXABÛRÊ CIHÊ ŞERMÊ YE

Li hemberî hewlidanên dorpêçkirina kampa Ş: Rustem Cudî ya Mexmûrê ji aliyê artêşa Iraqê ve bertekê xelkên bakûr û rojhilatê sûriyê zêde dibin.

bi sedan Şêniyên navçeya Dirbêsiyê û Tevgera Ciwanên Şoreşger doh xwepêşdanek li dar xistin û piştgiriya xwe ji bo berxwedana xelkên Mexmûrê nîşan dan.

Bi armnca şermezarkirina dorpêçkirina Kampa Mexmûrê ji aliyê artêşa Iraqê ve Tevgera Ciwanên Şoreşger a navçeya Dirbêsiyê doh di danê êvarê de xwepêşdanek li dar xist.

bi sedan Şêniyên navçeyê jî tev li xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandan ji pêşiya mizgefta El Hac Sultan dest pê kir û li naverasta navçeyê rawestiya û veguherî mitingê,

di mîtîngê de dorpêça li ser Mexmûr ji aliyê artêşa Iraqê û girtina dergehê pêş Xabûr ji aliyê PDK’ê ve hat şermezarkirin.

Xwepêşandêran piştgiriya xwe ji bo berxwedana xelkên Mexmûrê nîşan dan her wiha bang li NY kirina ku bi erka xwe ya Mirovî rabin û zextê li PDK’ê bikin ku dergehê PêşXabûrê li pêş xelkên rojava vekin.

Di 20’ê gulanê de artêşa Iraqê bi tang û hijmareke mezin ji leşkeran êrîşê kampa Ş: Rustem Cudî ya Mexmûrê kirin û xwestin wê dorpêç bikin, lê xelkên mexmûrê li hemberî vê yekê derketin û ev berxwedanî artêşa Iraqê neçar kir ku dan û standinan bike .