Kanala ROJAVA TV

ENCUMENA MALBATÊN ŞEHÎDAN A FIRATÊ ÊRÎŞÊN LI DIJÎ MEXMÛRÊ ŞERMEZAR KIRIN

Ji bo şermezarkirina dorpêça hikumeta Îraqê ya li dijî xelkên Mexmûrê, Encûmena Malbarên Şehîdan a herêma Firatê daxuyaniyek dan.

Daxuyanî bi amadebûna endamên Encûmena Malbarên Şehîdan li pêşiya navenda wan hate xwendin.

encumenê di daxuyaniya xwe de got, Li gorî şert û merçên dijwar ên ku şêniyên kampa Mexmûrê tê re derbas dibin, li kêlek wê Hikûmeta Bexdayê hewl dide ku kampê bi têlan dorpêç bike.Ev jî hişt ku êşa şêniyên kampê ku bi salan di mercên giran de derbas dibin , zêde bibin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate gotin ku ev kiryar komplo û pilanên li dijî xelkên mexmûrê eşkere dike .

Di dawiyê de encumena Malbatên Şehîdan ya herêma Feratê, piştgiriya xwe ya bi gelê Mexmûrê re nîşan dan û bang li Hikûmeta Iraqê kirin ku diyalog wek rêya çareserî , ewlehî û aramiyê bigrin dest.