CIWANÊN EFRÎNÊ BI MEŞEKÊ PIŞTEVANIYA BERXWEDANA XELKÊ MEXMÛRÊ KIRIN
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi meşeke girseyî, îro li kantona Şehbayê êrîşa li dijî Mexmûrê şermezar kirin.
Meşê bi beşdariya endamên tevgerê û şêniyên herêmê ji çerxerêya navçeya Ehdas dest pê kir û li Gulistana Rêber APO veguherî mitîngê.
Di meşê de ciwanan dirûşmeyên bijî berxwedana Xelkê Mexmûrê, bimre îxanet berz kirin û berxwedana Mexmûrîyan silav kirin.
Piştî ku meş veguherî mitîngê axaftin li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger hate kirin û hate gotin, armanca dorpêçê têkbirina vîna xelkê Mexmûrê ye.
Beşdarên meşê tekez kirin ku heya dawiyê ew ê piştevaniya berxwedana xelkê Mexmûrê bikin.