XELKÊN QAMIŞLO BI MEŞEKÊ DORPÊÇA LI DIJÎ WARGEHA MEXMÛRÊ ŞERMEZAR KIRIN
Xelkên kantona Qamişlo û Hesekê îro bi meşên girseyî dorpêça Hêzên Iraqê li dijî Kampa Mexmûr şermezar kirin û berxwedana gelên Mexmûrê silav kirin.
beşdarên meşê diyar kirin ku ew ê heya dawiyê piştgiriya berxwedana gelê Mexmûrê bikin.
Li dijî pilana Dewleta Îraqê ya dorpêçkirina wargeha Penaberan a Rustem Cûdî Mexmûr) gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertek nîşan dan.
Îro di bin dirûşmeya “Bi Êrîş û Çemberan Hûn Nikarin Vîna Me Bişkînin” xelkên bajarê Qamişlo bi meşekê dorpêça Hêzên Iraqê li dijî Kampa Mexmûr şermezar kirin.
Bi sedan şênî, endamên Saziyên Sivîl û partiyên Siyasî beşdarî meşê bûn.
xelkên Qamişlo ji RojavaTV re axivîn û gotin, xelkên Mexmûrê ne bi tenê ne û ew ê piştgiriya wan bikin.
Li aliyekî din, Şêniyên Hesekê jî ji bo piştgiriya Mexmûrê meşiyan.
Meşê li Çerxerêya Hemame ya taxa Til Hecirê ya Hesekê dest pê kir û li Çerxerêya Serhed a li taxa El Miftî meş vegerî mîtîngê.
Kesên ku beşdarî meşê bûn berxwedana şêniyên mexmûrê silav kirin
di meşan de piştigiriya berxwedana mexmûriyan hate kirin û bang li hikumeta Iraqê jî hate kirin ku nekeve xefika siyasetên dewleta Tirk a dagirker.