KOMELEYA ÇERKEZAN LI MINBICÊ SALVEGERA 159’AN A QIRKIRINA ÇERKEZAN ŞERMEZAR KIR
SAMIR HEBAQ – HEVSEROKÊ KOMELEYA ÇERKEZAN
Komeleya Çerkezan a Minbicê îro bi daxuyaniyekê salvegera 159’emîn a qirkirina çerkesan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û got, sûc û kiryarên dewleta tirk ên li dijî herêmê ji dîrokê ne qute, dewleta tirk dixwaze Osmaniya nû vegerîne.
21 gulana 1946 dewleta tirk a dagirker qirkirinek li ser gelê çerkezî meşandin. îro 159 sal di ser qirkirina pêkhateyên Çerkezî re derbas dibe.
Komele û pêkhateyên Çerkez ên li bajarê Minbicê di daxuyaniyek dan û gotin, birîna qirkirinê hîn bi wan re mezin dibe û ew ê tu carî sûcdarên qirkirinê ji bîr nekin.
Her wiha Komeleyê anî ziman ku qirkirina ku îro li dijî gel û pêkhateyên herêmê ji aliyê dewleta tirk a dagirker çêdibe ji dîrokê ne qute, dewleta tirk bi sûc û kiryarên xwe dixwaze dîroka Osmaniyan vegerîne û pêkhateyan qir bike.