BI BONEYA ZIMANÊ KURDÎ LI SERANSERÎ HERÊMÊ ŞAHÎ HATIN LI DAR XISTIN
KOÇBERÊN EFRÎNÎ: DIVÊ ZIMANÊ KURDÎ WERE PARASTIN
Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 15 ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî şahiyên cur be cur hatin li dar xistin .
Beşdarên şahiyan Roja Zimanê Kurdî Pîroz kirin û destnîşan kirin ku berxwedan û xwedîderketina li zimanê dayikê riya Yekane ya parastina Hebûnê ye .
Bi boneya 15 ê Gulanê cejna Zimanê Kurdî li Seranserî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîrozbahî hatin li dar xistin .
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrîn û Şehbayê bi vê boneyê şahiyek li qada Kampa Serdem a gundê Til Susin li dar xist .
Di şahiyê de bi sedan xwendekar, mamoste, nûnerên deste, saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser amade bûn .
Koçberên Efrînî di şahiyê destnîşan kirin ku divê Ziamanê Kurdî were parastin .
Bi heman boneyê li Kantona Kobanê jî şahiyek hate li darxistin .
Tê de Xelkê kantonê, partî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê amade bûn .
Di dawiya şahiyê de Koma Vejîn û Koma Xwendekarên Zanîngeha Kobanê bernameyên xwe yên hunerî pêşkêş kirin .
Her wiha Komeleya Wêje û Çanda Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê li Hesekê şahiyek li dar xist .
Şahî li hola Marbîla bi amadebûna Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, akademîsyen û lêkolînerên zimanê kurd û bi dehan xwendekarên Zanîngeha Rojava hate li dar xistin .
Bi heman boneyê Li Helebê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk şahiyek li dar xist .
Şahî li Dibistana Alan Mihemed a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd bi amadebûna Bi dehan endamên saziyên sivîl, partî, mamoste û şênî hat li dar xistin .
Beşdarên Şahiyê gotin berxwedan û xwedîderketina li zimanê dayikê riya Yekane ya parastina Hebûnê ye .
Her netewek bi riya zimanê xwe, xwe îfade dike. Gelê Kurdistanê tevî êrîşên qirkirina çandî, ziman û nasname ku ji dîrokê heta niha bê navber dewam dike, ziman û çanda xwe diparêzin.