Kanala ROJAVA TV

Ji çapemenî û raya giştî re

Di 25’ê Nîsana 2017’an de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li ser çiyayê Qereçoxê yê bajarê Dêrikê de 20 fermandar û şervanên me yên YPG û YPJ’ê şehîd bûbûn. Di vê êrîşê de Navenda Çapemeniya YPG’ê û Radyoya Rojava jî hedef hatin girtin. Bi vî awayî xwestin dengê azad ê gelê me asteng bikin. Em hevalên xwe yên di vê êrîşê de şehîd bûne di sala şeşemîn a şehadeta wan de bi minetdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hember bîranîna wan ditewînin.

Şoreşa Rojava ji bo gelên herêmê yên bindest, înkarkirî û di nava pencên qirkirinê de ne, bûye hêviyeke mezin. Bi taybetî têkoşîna li dijî barbariya DAIŞ’ê mohra xwe li dîrokê da û lehengiyên mezin afirandin. Serkeftinên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê ne tenê li ser gelên herêmê, li ser hemû gelên cîhanê jî bandoreke mezin avakir. Şoreşa Rojava veguherî qada ku Kurd, Ereb, Asûrî, Ermenî, Tirkmen û bi hezaran şervanên enternasyonalîst bi hev re têdikoşin. Şerê li van xakan şerê parastina azadî û demokrasiyê li dijî barbariyê bû. Şoreşa Rojava bû deng û rêxistinbûyîna hemû cîhanê ku li vê xakê ti tişt wekî berê nabe.

Di êrîşa li dijî çiyayê Qereçoxê de dewleta Tirk bi taybet bi hedefgirtina çapemeniyê armanc kir ku pêşî li dengê şoreşê û heqîqeta şerê dagirkeriyê bigre. Radyoya Rojava ya ku bi weşana xwe li parçeyên Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê rastiya şer bi gelê me re parve dikir, bi taybet hate hedef girtin. Radyoya Rojava di bûyîna dengê şoreşê de roleke girîng leyîst. Dîsa navenda me ya ragihandina YPG’ê li eniyên pêş ên cengê kêlî bi kêlî şer dişopand û berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ji hemû cîhanê re radighand. Hevalên me yên çapemeniyê Heqî, Rêvan û Şîlan ên ku di encama hedefgirtina van her du navendên çapemeniyê de şehîd bûn, di heman demê de rojnamegerên me yên herî çalak bûn.

Hevalê me Heqî ji malbateke welatparêz a bajarê Tirbespiyê mezin bû û di salên destpêkê yên şoreşê de tevlî nava refên têkoşînê bû. Piştî ku di gelek xebatên cûda de cih girt, tevlî xebatên ragihandinê bû. Di amadekirina kovara leşkerî ya Parêzvan de kedeke wî ya diyarker çêbû. Her wiha bi riya Radyoya Rojava jî geşedanên şerê rojane ji raya giştî re radigihand.

Heval Rêvan jî ji malbateke welatparêz ya bajarê Tirbespiyê bû. Di pêvajoyên krîtîk yên şoreşê de tevlî nava refên me bû. Hevalê Rêvan ku di beşa Enformasyonê ya ragihandina YPG’ê de dixebitî, şer dişopand û lehengiya hevrêyên xwe bi raya giştî re parve dikir.

Hevala me Şîlan di temenê xwe yê ciwantiyê de beşdarî nava refên têkoşînê bû. Bi coş û kelecana xwe her tim moral dida derdora xwe. Di kar û xebatên çapemeniyê de, bi taybet jî di danasîna lehengiya jina ku bi şer û şoreşê re xwe nas dike û azad dibe bi riya objektîfa xwe ji jinên cîhanê re ragihand.

Ev êrîş di nava gelê me de bû sedema hêrseke mezin û gelê me zêdetir xwedî li têkoşîna azadiyê derket. Li şûna her hevrêyek me yê şehîd, bi hezaran ciwan cihê xwe di nava refên şoreşê de girtin. Mîna Fîraz Dag, ciwanên Kurd yên derveyî welêt berê xwe dan Rojava. Ji bo domandina riya Heqî û Şîlan’an kedeke mezin raber kirin û li navendên çapemeniyê yên YPG û YPJ’ê de bi awayek aktîf cihê xwe girtin.

Îro jî têkoşîna me bi saya keda şehîdan bi biryardariyeke mezin didome. Em di sala şeşemîn a şehadeta wan de di serî de şehîdên Qereçoxê, hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî bîr tînin û soza xwe ya şopandina riya wan, avakirina siberojeke azad dûbare dikin. Weke Navenda Ragihandina YPG’ê emê di bin her şert û mercan de heqîqeta şer ji gelê xwe û hemû cîhanê re ragihînin.

Navenda Ragihandina YPG | 25’ê Nîsana 2023