Kanala ROJAVA TV

ROJA ROJNAMEGERIYA KURDÎ.. 125 SAL JI TÊKOŞÎN Û BERXWEDANÊ

22’yê Nîsanê salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî ye. Derbarê Mijarê de rojnamevanên ji bakur û rojhilatê Sûriyê rola rojnamegeriya Kurdî di nava şoreşê de nirxandin.

 

ji rojnameya Kurdî ya pêşîn, anku Rojnameya Kurdistanê bigire û heta bi roja em ya îro, desgehên çapemeniyê yên gelê Kurd her dem rastî qedexe û sansuran hatine û bi awayên neheqane û bê mafî hatine qedexekirin.

Di nava şoreşa ragihandina Kurdî li bakur û rojhilatê Sûriyê de, gelek rojnemevan xwe kirina fedayî rastiyê û li ser şopa heqîqetê şehîd bûn.

Derbarê Mijarê de rojnamevanên ji bakur û rojhilatê Sûriyê rola rojnamegeriya Kurdî di nava şoreşa rojava de nirxandin.

 

ZINAR CAFER – NÛÇEGIHANÊ ÇIRA TV

ZINAR CAFER: ROJNAMEVANAN DI ŞOREŞA ROJAVA DE ROLEKE PIR GIRÎNG LÎSTIN

Her wiha Rojnamevanan destnîşan kirin ku rojnamgeriyê roleke girîng di xuyakirina rastiya şoreşa Rojava û berxwedana gelê şoreşger de lîst.

 

LORSAN DERWÎŞ – NÛÇEGIHANA JIN TV

LORSAN DERWÎŞ: ROJNEMEVANÊN KURD XWE KIRINE FEDAYÎ RASTIYÊ

Bi derketina rojnameyên kurdî re bîr û bawerî, zanîn û çanda rewşenbîrî ya nûjen a li ser bingeha neteweyî ya modern dest pê kir.
Ji gavên herî mezin di dîroka rojnamegriya Kurdî de jî, weşangeriya Med TV hebû.