Kanala ROJAVA TV

LI HEMBER TECRÎDA GIRAN A LI DIJÎ RÊBER APO XELKÊN HERÊMÊ BI FIKARIN

Rêveber û endamên di saziyên rêveberiya xweser ji Rojava TV re diyar kirin ku dewletên navnetewî naxwazin fikirê Rêber Apo li cîhanê belav bibe.

her wiha gotin, ew ê bi têkoşîna xwe azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin.

Rêber Abdullah Ocalan 24 sal in di pergala îşkence ya Îmraliyê de tê girtin û zêdetirî 23 meh in tu agahî jê nayên wergirtin.

Derbarê newergirtina agahiyan ji Rêber APO, xelkên li herêmê bi fikarin.

Jinên di saziyên Rêveberiya xweser ên bajarê Kobanê de diyar kirin ku Ew ê bi têkoşîna xwe tecrîda li dijî Rêber Ocalan bişkînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.

XUNAV XELÎL- ENDAMA QADA CIVAKÎ YA KONGRA STAR LI KOBANÊ

CÎHAN ELÎ- RÊVEBIRA ENCUMENA MALBETÊN ŞEHÎDAN A BAJARÊ KOBANÊ

her wiha endamê desteya rêveberiya giştî ya PYD li bajarê kobanê ehmed xoce got, dewletên navnetewî pê re dewleta tirk naxwazin fikirê Rêber Apo li cîhanê belav bibe.

EHMED XOCE- ENDAMÊ DESTEYA RÊVEBERIYA GIŞTÎ YA PYD’Ê LI BAJARÊ KOBANÊ

Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) bi daxuyaniyekê diyar kir ku wan rapora xwe ya derbarê serdana xwe li Îmraliyê de şandiye Tirkiyê û divê rayedarên Tirk biweşînin, lê heta niha rapor neweşandine.