Kanala ROJAVA TV

NERAZÎBÛNÊN LI DIJÎ RADESTKIRINA GERÎLA HARÛN ELBAK BERDEWAM IN

Dayîkên gerîlayan ên ji bajarê Kobanê û Encumena Malbatên Şehîdan a Tebqayê, radestkirina gerîla Harûn ji bo dewleta Tirk şermezar kirin û gotin, ev bûyer ji pîvanên mirovahiyê dûr e.

Nerazîbûnên li hemberî radestkirina gerîlayê HPG’ê Harûn Elbak ji bo dewleta Tirk a dagirker, berdewam in.

Têkildarî mijarê dayîkên gerîlayan ên ji bajarê Kobanê bi daxuyaniyekê bûyer şermezar kirin û bang li Kurdên Bakurê kurdistanê kirin ku kiryarên bi wî awayî nepejirînin.

Dayîkan gotin, gerîla parêzvanên Kurdistanê ne û pêwîst e her kurdekî welatparêz xwedî li wan derkeve.

 

DAYÎKÊN GERÎLAYAN: RADESTKIRINA GERÎLA HARÛN JI PÎVANÊN MIROVAHIYÊ DÛR E

MALBATÊN ŞEHÎDAN: DIVÊ GEL LI HEMBERÎ XAYÎNAN HIŞYAR BE Û DESTKEFTIYÊN ŞOREŞÊ BIPARÊZIN

Têkildarî heman mijarê Encumena Malbatên şehîdan a Tebqayê jî bi daxuyaniyekê radestkirina gerîla Harûn Elbak şermezar kirin û soza şopandina rêça wî dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin gerîla Harûn gelê xwe diparast, ji bo azadiya gelan tê dikoşiya, lê bi destê xayînan hate girtin.

Her wiha Encumenê diyar kir ku divê gel li hember xayînan hişyar û hevgirtî be, da ku destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin.