Kanala ROJAVA TV

JINEKE JI BAJARÊ REQAYÊ EV 35 SAL IN FIRNEYEKE ÇÊKIRINA ŞÊRANIYAN VEKIRIYE

FERÎDA MIHEMED- XWEDIYA FIRNEYÊ

 

Ferîda Mihemed ya ji bajarê Reqayê ev 35 sal in firneyeke çêkirina marûk û kulîçeyan vekiriye.

Ferîda bi rêya karê xwe yê firneyê, debara mala xwe dike û pê re sûka bajêr bi berhemên navxwe, dewlemend dike.

Ferîda Mihemed ya ji bajarê Reqayê, ev 35 sal in di firneya xwe ya çêkirina marûk û kulîçeyan dixebite.

Ferîda Mihemed di gel xirabbûna rewşa aborî, bi karê xwe yê çêkirina şêraniyan debara mala xwe dike û pê re jî bazara bajarê Reqayê bi berhemên navxwe dewlemend dike.

Di meha Remezanê de karê Ferîdayê zêde dibe, ji lewre ew li bermaberî mehên din ên salê, duqat kar dike.

 

DI MEHA REMEZANÊ DE KARÊ FERÎDAYÊ DUQATÎ MEHÊN DIN ZÊDETIR DIBE

Piştî bi dawîbûna meha Remezanê Ferîda, dest bi çêkirina cureyên cur be cur ên şêranî û ke’ikeyan dike û li sûka bajêr belav dike.

 

PIŞTÎ MEHA REMEZANÊ FERÎDA CUREYÊN DIN ÊN ŞÊRANÎ Û KULÎÇEYAN ÇÊDIKE

Ji ber krîza Sûriyê ya ku 12 sal derbas kirin, dahata xelkê kêm bûye û xelk nema dikare li gorî ku tê xwestin pêdiviyên xwe dabîn bike, ji lewre weke ku krîzê bandor li gelek qadên din kiriye, li karê firneya Ferîdayê jî kiriye, lê tevê wê yekê Ferîda dilê bikiran bi şêraniyên xwe yên xweş şad dike.