Kanala ROJAVA TV

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê komkujiya li Cindirêsê şermezar kirin û banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê kirin

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê komkujiya li Cindirêsê şermezar kirin û banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê kirin.

şêniyên Hesekê li pêşiya Parka Serok a taxa Kelasê kom bûn û bi dirûşma “Bi rihê berxwedana Efrînê em ê dagirkeriyê têk bibin û Efrînê rizgar bikin” ber bi çerxerêya Cûdî ve meşiyan.

Xwepêşandêran banga derxistina çeteyan û bidawîkirina dagirkeriyê kirin

Li çerxerêyê axaftin ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk  ve hate kirin di axaftinan de hate destnîşan kirin ku dewleta tirk ji destpêka aloziya Sûriyê ve hewl dide ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.

her wiha bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker bibin yek