KOÇBERÊN EFRÎNÎ Û XELKÊN QAMIŞLO BI MEŞKEKE GIRSEYÎ PIŞTGIRÎ DAN XELKÊN LI EFRÎNÊ
Bi hezaran Şêniyên Efrînê û yên bajarê Qamişlo bi armanca şermezarkirina komkujiya li cinidirêsê û piştgiriya xelkên li wê herêmê meşek girseyî lidarxistin.
Meş bi dirûşma ”Bi rihê berxwedana gelê Efrînê Em ê dagirkeriyê têkbibin û Efrînê rizgar bikin” bi serpereştiya Insiyatîfa Gel hate organîzekirin.
Xelkên Kantona Qamişlo û koçberên Efrînî ên li Qamişlo dimînin tev li meşê bûn.
Meş ji çarxereya Ş.Rûbar Qamişlo destpêkir û bi berizkirina siloganên Bijî Berxwedana Efrîn li pêş Navenda UN rawestiya û veghurî mîtingê.
Di mîtîngê de ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê Hêvîn Selman û Hisên El-Sada axaftin hatin kirin. Tê de komkujiya li cindirêsê hate şermezarkirin û tekezî li ser bilindkirina têkoşînê heta rizgarkirina Efrînê hate kirin.