LI BAJARÊ KOBANÊ ŞEHÎDÊN HEFTEYA LEHENGIYÊ HATIN BIBÎRANÎN
Li bajarê Kobanê ji bo bîranîna şehîdên Hefteya Lehengiyê, yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê mitîngek li dar xist.
Bi dehan ciwanên herêma firatê, şêniyên bajarê Kobanê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî mitîngê bûn.
Di mitîngê de axaftin li ser navê Yekîtiya jinên Ciwan hate kirin û şehîdên Hefteya Lehengiyê hatin bibîranîn.
Her wiha pêşangeheke hunerî jî di mitîngê de hate pêşandan.
Piştî axaftinan komên hunerî stranên xwe pêşkêş kirin û ciwanan li dora stranan dîlan gerandin