Kanala ROJAVA TV

LI NAVÇEYA EYN ÎSAYÊ JI BER BILINDBÛNA NIRXAN TEVGERA BAZARÊ KÊM BÛYE

Li bazara sereke ya navçeya Eyn îsayê, ji ber bilindbûna nirxên kelûpel, goşt û sebzeyan, tevgera bazarê kêm bûye.

Li Eyn Îsayê tevî êrîşên rojane, dîsa xelk rojiyê digrin, lê bilindbûna nirxan îsal weha kiriye ku tevgera bazarê li beramberî salên derbasbûyî kêmtir bibe.

xelkên ji Eyn Îsayê dibêjin, dahata wan têrê nake ku pêdiviyên xwe yên rojane di meha remezanê de pêk bînin.

yek ji xelkên Eyn Îsayê ji Rojava TV re dibêje, nirxê her kîloyek goşt bi 55 hezaran e û kîloyek bacanên sor jî bi 5 hezar û 500 lîreyan e.

Her wiha xelkên ji Eyn Îsayê bi rêya Rojava TV daxwaz ji aliyên peywendîdar dikin ku çareyekê ji bilindbûna nirxan re bibînin