XELKÊN LI ŞEHBAYÊ SERSAXÎ JI BO MALBETÊN ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA CINDIRÊSÊ XWESTIN
Bi sedan koçberên Efrînî yên li Şehbayê û xelkên ji kantona Şehbayê sersaxî ji malbeta 4 şehîdên komkujiya navçeya Cindirêsê xwestin.
ji bo sersaxiya malbeta 4 şehîdên komkujiya cindirêsê, Rêveberiya Xweser a Efrîn-Sûriyê konê sersaxiyê li hola navçeya Ehdas a li Şehbayê lidarxist.
Di merasîma sersaxiyê de xizmên 4 şehîdan, xelkên li herêmê û saziyên Rêveberiya Xweser beşdar bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin axaftin ji aliyê Rêveberiya Xweser, Kongra star û pêkhateyên Ereb ve hatin kirin.
Di axaftinan de sersaxî ji bo malbeta her 4 Şehîdan hate xwestin û diyar kirin ku dê Cindirêsê ji bo zilm û zordestiyê bibe gor.
di dawiyê de Xelk ber bi çerxereya navçeyê ve meşiyan da ku cenazeyê Şehîda YAT Rojeng Rifet wergirin.