LI KANTONA ŞEHBAYÊ RÛBERA KESKAHIYÊ TÊ ZÊDEKIRIN
Li kantona Şehba saziyên xizmetê kampanyayek çandina daran li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê dest pê kirin.
Hemleyên weke vê berê jî li gundên Wehşiyê û Til Qirah ê heman kantonê hatibûn destpêkirin û bi hezaran dar hatine çandin.
li gorî kesên berpirsyar Armanc ji van hemleyan ew e ku li Şehba rûbera keskahiyê zêde bibe, ji ber dema çeteyên dewleta Tirk û Daiş beriya 2016 ew herêm dagirkiribûn bi hezaran dar qut kiribûn.
Li kantonê heta niha 2 hezar dar hatine çandin.
Rêveberiya şaredariya navçeya Ehdas Nisrîn Çawîş ji ROJAVA TV re axivî û behsa datayên hemleyê kir.
NISRÎN ÇAWÎŞ – RÊVEBERIYA ŞAREDARIYA NAVÇEYA EHDAS
NISRÎN ÇAWÎŞ: ME HETA NIHA 2000 DAR ÇANDINE
NISRÎN ÇAWÎŞ: ARMANCA ME EW E KU RÛBERA KESKAHIYÊ LI KANTONÊ ZÊDE BIBE
NISRÎN ÇAWÎŞ: EM DIXWAZIN KESKAHIYA ME LI EFRÎNÊ BELAV KIR BÎNIN VIR JÎ