RÊVEBERIYA XWESER A HERÊMA CIZÎRÊ KOMKUJIYA LI CINDIRÊSÊ PÊK HATÎ ŞERMEZAR KIR
ILYAS SÎDO – HEVSEROKÊ DESTEYA ÇANDÊ-CIZÎR
RÊVEBERIYA XWESER: ARMANCA DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WAN GUHERTINA DEMOGRAFÎK E
Îro Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi daxuyanîyekê komkujiya li Cindêrisê ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şerqiyê ve pêk hatî şermezar kir.
Rêveberiya Xweser di daxuyanîya xwe de got ev komkujî wekî berdewamiya sûc û kiryarên li herêmên dagirkirî ye ku ji aliyê çeteyên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve pêk tên.
Her wiha teqez kir ku armanca çeteyên dewleta Tirk ji van sûc û kiryarên di derheqê xelkên resen ên herêmên dagirkirî de pêk tîne guhartina demografîya herêmê ye.