Kanala ROJAVA TV

KOÇBERÊN EFRÎNÎ LI KOABNÊ KOMKUJIYA CINDIRÊSÊ ŞERMEZAR KIRIN

Duh koçberên Efrînî yên li Kobanê, bi çalakiyekê komkujiya ku dewleta Tirk li Cindirêsa Efrînê pêk anî şermezar kirin.

Di çalakiyê de bi dehan koçberên Efrînî amede bûn û bankartên weke na ji dagirkeriya Tirk re, em ji civaka navnetewî daxwaz dikin ku gelê kurd ji komkujiyan xelas bike hatin hildan.

Her wiha koçber bi siloganên li dijî dagirkerî û komkujiyan qêriyan.
Koçberên Efrînî ku yek ji wan pismama şehîdên komkujiyê ye axivîn û daxwaz kirin ku dagirkeriya Tirk ji Efrînê derkeve ji ber ew sedema yekem a komkujiyane.