Kanala ROJAVA TV

XELKÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BI COŞEKE MEZIN PÊŞWAZIYA CEJNA NEWROZÊ DIKIN

Kamîreya RojavaTV derbasî nava bazara bajarê Qamişlo bû û amedekariyên xelkên ji herêmê ji bo pêşwazîkirina Cenja Newrozê şopand.

Têkildarî mijarê firoşkarê cawên cilûbergên Kurdî Ciwan Hesen ji me re axivî û diyar kir ku îsal xelkên herêmê bi coşeke mezin pêşwaziya Cejna Newrozê dikin.

 

Ji bo pêşwazîkirina Cenja Newrozê kolan, qad û bazarên hemû bajar û navçeyên Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi alên Kesk, Sor û Zer û bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan her wiha bi cilûbergên Kurdî hatine xemilandin.

Kamîreya RojavaTV derbasî nava bazara bajarê Qamişlo bû û amedekariyên xelkên ji herêmê ji bo pêşwazkirina Cenja Newrozê şopand.
Têkildarî mijarê firoşkarê cawên cilûbergên Kurdî Ciwan Hesen ji me re axivî û diyar kir ku îsal xelkên ji herêmê bi coşeke mezin pêşwaziya Cejna Newrozê dikin.

Li aliyekî din jî xelkên ji herêmê ev nêzî heftiyekê ye rojane her êvar li hemû texên bajar û navçeyên herêmê agirê Newozê dadidin û govend û dîlanan li dora agir digerînin.
Elî Omer ji xelkên bajarê Qamişlo ye teqez kir ku peyama gelê Kurd ji vêxistina agirê Newrozê re azadî û aştiye.

Hêjayîgotinê ku xelkên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsal di bin dirûşmeya BI RIHÊ BERXWEDANA NEWROZÊ EM Ê RÊBER APO AZAD BIKIN Û DAGIRKERIYÊ TÊK BIBIN Newroza xwe pîroz bikin.