Kanala ROJAVA TV

KOMÊN HUNERÎ YÊN NAVENDA MIHEMED ŞÊXO AMADEKARIYÊN CEJNA NEWROZÊ DIKIN

Komên hunerî yên navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunera Qamişlo ji bo cejna newrozê amadekariyên xwe dikin.

Endamên Navenda Mihemed Şêxo newroz pîroz kirin û gotin ew ê bi ruhê berxwedanê tevlî şahiyên newrozê bibin.

Gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê mîna her sal, amadekariyên cejna Newrozê dike.

komên hunerê yên navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunera Qamişlo jî pirojeyên xwe yên ji bo amadekariyên cejna newrozê dewam dikin.

Ev 2 meh in navenda Mihemed Şêxo dest bi amadekariyên xwe dikin, komên ku amadekariyên xwe dikin jî, Koma Botan a Mûzîkê, koma Dîlanan û Şano ne.

Cîgirê desteya çand û hunerê li herêma Cizîrê û endamê koma Botan Danîş Botan newroz li tevahî gelê kurd pîroz kir û got: koma Botan bi coşeke mezin amadekariyên xwe ji bo cejna newrozê dike.

Ji aliyê xwe ve endamê koma Pale, Cemal Sarîk da zanîn ku ew bi stranên xwe yên şoreşgerî beşdarî newroza Tirbespiyê û Qamişlo bibin.

Zext û zordariyên dijwar, qirkirinên siyasî li dijî newrozê hebûn, Lê ji bo civaka kurd roja bersivdayînê bû, roja hesabpirsînê bû, roja hebûn û tunebûnê bû, roja bi cih anîna erka dîrokî bû.