JI BO BÎANÎNA SALVEGERA KOMKUJIYA HELEBÇE LI SERANSERÎ HERÊMÊ DAXUYANÎ HATIN DAYÎN
Ji bo bîanîna salvegera Komkujiya Helebçe, li seranserî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê daxuyanî hatin dayîn .
Di daxuyaniyan de hate gotin ku çekên kîmyewî li gor pîvan û Zagonên navneteweyî qedexe ne û wekî sûcekî şer têne hesibandin .
Di 16’ê Adara 1988’an de nêzî 5 hezar kurd li Helebçeyê ji aliyê rejîma Baasa Iraqê Saddam Huseyîn ve bi madeyên kîmyewî hatin qetilkirin.
Bi boneya 33’emîn salvegera Komkujiya Helebçeyê li seranserî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê daxuyanî hatin dayîn û şehîdên Helebçeyê hatin bibîranîn.
ENCUMENA MALBATÊN ŞHÎDAN A KOBANÊ:ÇEKÊN KÎMYEWÎ LI GOR ZAGONAN QEDEXE NE
Encumena malbatên Şhîdan a Kobanê bi daxuyaniyekê şehîdên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anî û tê de got ku Bikaranîna çekên kîmyewî li gor pîvan û Zagonên navneteweyî qedexe ne û wekî sûcekî şer têne hesibandin .
JI ALIYÊ XWENDEKARÊN KOBANÊ JI BO BÎRANÎNA QURBANIYÊN KOMKUJIYA HELBÇAYÊ DQEKE RÊZ HATE GIRTIN
Li aliyekî din ji aliyê xwendekarên kantona kobanê jî ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helbçayê dqeke rêz hate girtin .
KOMBÛNA JINÊN ZENÛBIYA KOMKUJIYA HELEBÇA ŞERMEZAR KIR
Her wiha komûna Jinên Zenûbiya a bajarê Reqayê jî bi daxuyaniyekê komkujiya Helebçeyê şermezar kir .
Endama komîteya perwerdeyê ya Kombûna Jinanên zenûbiya Buseyna Abdo, diyar kir ku bandore Çekên kîmyewî li helebçeyê heta niha jî
ENCUMENA GIŞTÎ YA ENCUMENA SIVÎL A REQAYÊ KOMKUJIYA HELEBÇE BI BÎR ANÎ
Encumena Giştî ya Encumena Sivîl a Reqayê ji bo bîranîna komkujiya helebçe çalakiyeke bîranînê li dar xist .
Û tê de bang li civaka navdewletî hate kirin ku hemû kesên ku destên wan di vê komkujiyê de hebû bêne cezakirin .