Kanala ROJAVA TV

LI KOBANÊ ŞANOYEK LI SER KOÇBERIYÊ HATE PÊŞKÊŞKIRIN

Li bajarê kobanê, şanoyek li ser rewşa civakê û koçberiyê hate pêşkêşkirin.

Bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Xweser, endamên tev- çendê û xelkên Kobanê beşdarî pêşandana şanoyê bûn.

Di pêşkêşkirina şanoyê de çend axaftin hatin kirin û tê de hate gotin ku, şanoger bi hunera xwe dikarin bandorê li civakê bikin.

Di şanoyê de behsa rewşa ku civakê tê re derbas dibe û sedemên koçberiyê hate kirin.

Şanogeran tekez kirin ku ew ê bi hunera xwe, rastiya hêzên desthilatdar û qirker aşkere bikin.