NÛÇEBAKÛR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ RÊVEBERIYA XWESER BERNAMEYA NEWROZA 2023’AN BI DAXUYANIYEKÊ EŞKERE KIR Last updated Mar 15, 2023 Share Bi boneya nêzhatina Cejna Newrozê Rêveberiya Xweser Bernameya Newroza Îsal Bi Daxuyaniyekê Eşkere Kir. Û tê de got Newroza îsal dê bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” were pîrozkirin. Bi Nêzhatina Cejna Newrozê,Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bernameya Newroza 2023’yan li bajar û navçeyên herêma Cizîrê eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin:Newroz nûnertiya îrade û berxwedana gelan li dijî bêheqî, zilm û koletiyê dike. Her wiha Newroza îsal dê bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” were pîrozkirin. Hevserokê desteya Hundirîn ya Herêma Cizîrê Kenan Berekat cejna newrozê li tevahî gelê kurd pîroz kir û got newroz temsîla azadî û berxwedanê dike. Share FacebookTwitterGoogle+ReddItWhatsAppPinterestEmail