Kanala ROJAVA TV

INSIYATÎFA GEL A HERÊMA CIZÎRÊ HEMLEYA KOMKIRINA IMZEKIRINÊ YA JI BO AZADIYA RÊBER OCALAN BI DAWÎ KIR

Di bin dirûşmeya ”Gelên bakûr û rojhilatê sûriyê daxwaza rakirina tecrîda li dijî Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî dikin” Insyatîfa gel a herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê Hemleya komkirina Îmzekirinê ya ji bo azadiya rêber Ocalan bi dawî kir.

Daxuyanî li stada Heysm Kiço ji aliyê Endamê Insiyatê ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hemleya hatibû destpêkirin, Şam, Libnan,Bşûrê Kurdistaê jî cihê xwe di nav de girtin, 2 milyon û 626 hezar û 828 îmze hatin komkirin..

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin, li ser vê xebatê bi sedan komîte hatibûn avakirin, komîn, komîngeh, encumenên navçe û bajaran di nava van komîteyan de cihê xwe digirtin..

Armanc ji vê hemleyê ew e ku van îmzeya radestî CPT bikin û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bikin..