Kanala ROJAVA TV

ŞEHÎDÊN KOMKUJIYA ŞAREDARIYA QAMIŞLO HATIN BIBÎRANÎN

Ji bo bîranîna şehîdên komkujiya qamişlo ku çeteyên daiş 11’ê adara 2014’an de pêk anî û di encam de 11’ kes şehîd bûn merasîmek hate lidarxistin

Xelkên qamişlo ,hevserokên şaredariya gel a herêma cizîrê , endamên şaredariyê û partiyên siyasî beşdarî merîsîmê bûn ku li cihê bûyerê hate lidarxistin.

Di merasîmê de deqeyek rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan hate girtin paşê mûm hatin vêxistin.

di merasîma bîranînê de hevserokê desteya şaredariyan a herêma cizîrê û hevseroka şaredariya qamişlo axivîn û diyar kirin ku dewleta tirk bi riya daiş xwest projeya rêveberiya xweser têk bibe.

her wiha destnîşan kirin ku ew weke şaredarî ji wê demê ve bersiveke xurt bi kar û xebatên xwe da dagirkeran.