Kanala ROJAVA TV

19 SAL LI SER KOMKUJIYA 12’Ê ADARÊ RE DERBAS BÛN

19 sal li ser komkujiya 12’ê adara 2004’an re derbas bûn û di dirêjahiya wan salan de rewş veguherî û li şûna hewildanên derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de , xelkên herêmê serî hildan û paşê dest bi şoreşê li dijî desthilatdarî , nijadperestî û faşîzmê kirin.

di encama wê şoreşê de xelkên herêmê rêveberiyên xweser li ser fikra netewa demokrat ava kirin ku di nav de mafê tevahî pêkhateyan hate parastin.

Derbarê mijarê de Hevserokê encumena giştî ya rêveberiya xweser ferîd etê diyar kir ku 12’ê adarê hewlên derxistina fineyê têkbir .