Kanala ROJAVA TV

12ʹÊ ADARÊ RÊ LI BER ŞOREŞEKE CIVAKÎ YA YEKITIYA PÊKHATEYÊN HERÊMÊ VEKIR

Miryî mihemed bavê Şehîd Ehmed Mihemed ku di komkujiyê de şehîd bûbû, hemû Şehîdên Komkujiya 12 ê adarê bi bîr anî .

û got 12 ê adarê ji bo gelê kurd rojke bi êş e .

Îro salvegera 19ʹemîn a komkujiya 12ʹê Adarê ye, piştî 19 salan, dema ku
mirov bûyerên serhildana 12’ê adarê tîne bîra xwe, dikare hîn baştir paşxane, sedem û encamên wê serhildanê zanibe û şîrove bike.

gelê Rojava ji wê rojê ve û heta niha têkoşîna xwe ya azadiyê bi şêweyên cuda dewam dike.

Miryî mihemed bavê Şehîd Ehmed Mihemd ku di komkujiyê de şehîd bûbû, hemû Şehîdên Komkujiya 12 ê adarê bi bîr anî û got 12 ê adarê jib o gelê kurd rojke bi êş e .

Her wiha Miryî mihemed da zanîn ku Komkujiya 12 ê adarê bû sedem ku serhildaneke bi vî rengî li ser asta kurdistanê çêbibe .

Piştî Şoreşa 19ʹê Tîrmehê, ji bo dilsoziya bi şehîdên serhildanê re, navê “Şehîdên 12ʹê Adarê” li sata ku komkûjî lê pêk hatibû , hate kirin .

Bi xurtbûna têkiliyên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya di bin banê projeya Rêveberiya Xweser, ev stad di çalakî û boneyên hevbeş de bûye cihê kombûna pêkhateyên gel.