Kanala ROJAVA TV

YEKÎTIYA DERMANSAZÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ 4’EMÎN KONGREYA XWE LIDARXIST

Yekîtiya Dermansazên bakur û rojhilatê sûriyê kongra xwe ya 4’emîn li bajarê Hesekê li darxist.

Di kongreyê de karê û xebatên du salan hatin nîqaşkirin her wiha hevserokên Yekîtiya Dermansazan jî hatin hilbijartin.

 

îro, bi dirûşma “Bi hişmendiyeke dirust civakeke tendirust, saxlem ava dibe “Yekîtiya Dermansazên bakur û rojhilatê sûriyê kongra xwe ya 4’emîn li bajarê Hesekê li darxist.

kongra li seyrangeha Marbêla bi beşdariya Yekîriya Dermansazan, TEV-DEM û Encumena kantona Hesekê beşdar bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin axaftin hate kirin, di axaftinan de rewşa siyasî hate nirxandin her wiha kongra çaremîn hate pîrozkirin û hêvî kirin ku lidarxistina kongrê piştgiriya aliyên dermansazan bike.

paşê axaftinan rapora salane ya karûxebatên Yekîtiyê hate xwendin.

 

Piştî xwendina rapora salane nîqaş ji aliyê beşdaran ve li ser hate kirin.

Dermansaz Riweyde Rimo anî ziman ku, ew ê bi rêya kongreyê hewl bidin dermanên ku li herêmê nayên peyda kirin, peyda bikin.

 

Di kongreya 4’emîn a yekîtiya dermansazên bakur û rojhilatê de Ebdil Selam Mehmud û Xaliye Omar weke Hevserokên Yekîtiyê û Cîhad Omar weke cîgirê Yekîtiyê hatin hilbijartin.