Kanala ROJAVA TV

KONGRA STAR JI SALA 2005’AN VE JI BO AVAKIRINA CIVAKEKE WEKHEV TÊDIKOŞE

Rêxistina Kongra Star ji sala 2005’an ve, ji bo azadiya jinan û avakirina civakeke wekhev têkoşîneke bêhempa dimeşîne.
Kongra Star ji gelek şaxan pêk tê û di nava civakê de rêxistineke xurt ava kiriye.
Rêveberên Kongra Star behsa karûxebatên xwe dikin, em ê di vê raporê de nas bikin.

Kongra Star ku ji sala 2005’an ve hatiye avakirin, ji bo parastina mafên jinan, birêxistinkirina kar û barên wan û avakirina civakeke wekhev kar dike.

Beriya şoreşê navê wê yektiya Star bû û bi awayekî nepenî di nava civakê de kar dikir, lê piştî şoreşa 19’ê tîrmehê şaxên xwe li her deverê vekir û karê xwe bi serbestî didomîne.

Kongra Star ji gelek şaxan pêk tê û her şaxek ji wan bi karekî radibe û erkên xwe li hemberî civakê pêk tîne.

 

Hêjayî gotinê ye ku Kongra Star di oxira azadiya jinan û avakirina civakeke wekhev de bi dehan endam û rêveberên wê şehîd bûne, lê ti carî dest ji karûxebatên xwe bernedaye û roj bi roj têkoşîna xwe mezintir dike.