Kanala ROJAVA TV

JINÊN KOBANÎ TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO ŞERMEZAR KIRIN

dewleta Tirk a dagirker li dijî Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran ferz kiriye û ti agahî ji Rêber Apo nayên girtin.
jinên ji bajarê Kobanê ev tecrîd şermezar kirin û gotin divê jin rola xwe hîn xurtir bikin ji bo Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bikin.

tecrîda giran ya li dijî rêber Abdullah Ocalan roj bi roj girantir dibe.
dewleta Tirk a dagirker bi girankirina vê tecrîdê dixwaze rêber Abdullah Ocalan ji gel qut bike.
rojane hêrsa gel jî li dijî vê yekê zêde dibe.
Litfiya Mehmûd jineke ji bajarê Kobanê ye dibêje mafê rêber Apo heye bi malbat û xizmên xwe re hevdîtinan bike.

ji aliyê xwe ve Firyal Temê got ew weke yekîtiya jinên ciwan rexnedayîna xwe li hember rêber Abdullah Ocalan didin ji ber heta niha nikarîbûn Rêber Apo azad bikin.

Fatma Ismet jî dibêje dijmin ji Fikra Rêber Abdullah Ocalan ditirse ji ber wê tecrîd roj bi roj girantir dibe.

hêjayî gotinê ye ku di demên dawiyê de cezayên dispilînî li dijî Rêber Apo hatin ferzkirin û heta niha sedema vê yekê nehatiye zanîn, gelê herêmê jî li hember vê yekê gelekî bi hêrs bûye.