Kanala ROJAVA TV

34 SAL DI SER KOÇA DAWÎ YA BAVÊ FELEK RE DERBAS DIBIN

Îroj salvegera 34’emîn a koça dawî ya Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo ye.
Birayê wî Beha Şêxo ji RojavaTV re axivî û got: Mihemed Şêxo heta niha di dilê hemû hezkiryên xwe de zindî ye.

Gelek hunermendên Kurd bi rêya stranên xwe ji dijmin û dagirkerên Kurdistanê re teqez kirin ku Kurd jîn dibin û qet tune nabin. Yek ji wan hunermendan jî Mihemed Şêxo ye.
Tevî hemû qedexekirinên dagirkerên Kurdistanê yên ji bo zimanê Kurdî jî Mihemed Şêxo bi awazên bizqa xwe û dengê xwe yê pak û zelal di nava gelê xwe de li Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê her wiha li Libinanê jî stranên bi zimanê Kurdî gotine.
Mihemed Şêxo di jiyana xwe ya hunerî de 120 stran çêkirine.
Îroj 34 sal li ser koça dawî ya Hunermend Mihemed Şêxo derbas dibin.
Birayê wî Beha Şêxo ji RojavaTV re axivî û got Mihemed Şêxo heta niha di dilê hemû hezkiryên xwe de zindî ye.
Her wiha hunermend Seid Ferso jî diyar kir ku Mihemed Şêxo bi keda xwe bandoreke mezin li mûzîka Kurdî kir.
Bavê Felek ango Mihemed Şêxo sala 1948′an li gundê Xecokê yê başûrê rojavayê Qamişlo ji dayik bû û 9’ê Adara sala 1989’an de li Qamişlo koça dawî kir.