Bi boneya 8’ê Adarê roja jinan a cîhanî, jinên herêma Firatê, bajarê Minbicê û kantona Şehbayê herikîn qadan û bi cil û rengên xwe yên cuda 8’ê adarê pîroz kirin.
îro li sernaserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî 8’ê adarê roja jinan a cîhanî bi meşên girseyî hate pîrozkirin.
jinan bi cilên folklorî yên renge reng daketin qadan û bi coşeke mezin ev roj li hev pîroz kirin.
Li herêma Firatê jinan ji pêşiya nexweşxaneya bajêr dest bi meşê kirin û bi berizkirina dirûşmên jin jiyan azadî, bê serok jiyan nabe, li gel daristana kobanê rawestiyan.
li bajarê minbicê jinan meşek girseyî lidarxistin.
meş ji pêşiya nexweşxaneya Firat a bajêr dest pê kir û li qada El Wadî veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de hate gotin ku dê jin di doza xwe de dewam be û dê têkoşîna xwe bilindtir bike.
Bi heman armancê, bi hezaran jinên Efrînî û yên kantona Şehbayê bi cil û rengên xwe yên cuda herikîn qadan û bi meşek girseyî 8’ê adarê pîroz kirin.
Meş ji rêya gundê Til Qireh dest pê kir û li parka Rêber Abdullah Ocalan a li navçeya Ehdas rawestiya û veguherî mîtîngê.
Jinên bakur û rojhilatê sûriyê soza berdewamkirina tekoşîna li dijî zîhniyeta serdest û hevgirtina serhildana Rojhelatê kurdistanê bi pêşengiya jinan nû kirin.