Kanala ROJAVA TV

PYD’Ê BI BONEYA 8 ADARÊ LI ŞEHBAYÊ PANELEK LI DAR XIST

Encumena jin a partiya yekîtiya demokratîk PYD îro li Şehbayê bi dirûşma ” jin jiyan azadî ber bi şoreşa jinê ve” panelek li darxist.

Panel li hola Şehîd axîn a li navçeya Fafînê bi berşdariya saziyên rêveberiya xweser, partiyên siyasî û tevgerên jinan li dar ket.

Panel di bin navê Têkoşîna me azadiya me ye ,berxwedan serkeftina me ye hat sazkirin.

piştî deqeyek rêzgirtin, mijara panelê hate nirxandin û ji aliyê beşdaran ve nîqaş li ser hate kirin.

di nîqaşan de tekezî li ser bilindkrina dengê jinan û berferhkirina roja 8’ê adarê hate kirin.