Kanala ROJAVA TV

ENCUMENA JINAN A SÛRIYÊ JI BO 8’Ê ADARÊ SEMÎNEREK BI RÊVE BIR

 Encumena jinan a sûriyê ya bajarê Reqayê bi rasthatina 8 Adarê û ji bo pêşxistina zanebûna jinan, semînerek li dar xist.

di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê adarê de îro Encumena jinan a sûriyê ya Reqayê semînerek li hola şatii û neher a li bajêr bi rêve bir.

Di semînerê de Endamên Encumena Sûriya Demokratîk MSD, Endamên Encumena Idilib a Kesk û Endamên saziyên civaka sivîl beşda bûn.

Di semînerê de balkişandin ser êş û zehmetiyên jinan di dirêjahya dirîokê de ji aliyê dewletên kapîtalîst û diyar kirin ku jinan bi têkoşîn û berxwedana xwe ew zehmetî şikandin û ji bo parastina hebûna xwe serkeftinên mezin bi destxistin.