Kanala ROJAVA TV

YEKÎTIYA JINÊN CIWAN A HERÊMA FIRATÊ KONFERANSEK LI DAR XIST

Yeketiya jinên ciwan ya herêma Firatê jî îro bi boneya 8’ê Adarê konferansa bi navê “Jin, jiyan, azadî” lidar xist.

Konferans li hola Encumena Edaletê ya bajarê kobanê hate birêvebirin.

Bi sedan jinên ciwan,  jinên saziyên Rêveberiya Xweser beşdarî konferansê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin axaftin ji aliyê Endama Koordînesyona Kongra Star  Macîda Hesûn ve hat kirin.

di axaftinan de hate tekez kirin ku bi felsefeya  Rêber Apo, ew ê azadiyê misoger bikin.

Her wiha perisbektîvên Rêber Abdullah Ocalan û nivîsên derbarê 8’ê adarê de bi riya sînevîzyonekê hat pêşandan.

Piştre derbarê têkoşîna jinan di şoreşa 19 tîrmehê, astengî, û destkeftiyên jinan deriyê nîqaşan hate vekirin.