Ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê, çalakî li seranserî herêmê têne li dar xistin.
Li Minbicê jî çalakiyên cûrbicûr hatin li dar xistin.
berpirsên rêxistinên jinan tekez kirin ku çalakiyên wan serkeftî derbas dibin û jinên herêmê bi kêfxweşiyeke mezin tevlî van çalakiyan dibin
FILM
Bi nêzîbûna 8’ê Adarê rojan jinên kedkar yên cîhanî, rojane çalakî li seranserî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê tê li dar xistin.
Îro li bajarê Minbicê jî bi gelek rengan çalakî hatin li dar xistin.
Jinên ciwan bi hevkariya saziyên jinan û kombûna jinan a Zanûbya yê çalakiyek ku helbest û pirsên çandê tê de ne, li dar xistin.
Berdevka Kombûna Jinan a Minbicê Rabaa Bekro destnîşan kir ku ev çalakî di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de ye û hemû rêxistinên jinan beşdarî çalakiyê bûn.