Kanala ROJAVA TV

ERDHEJÊN 6’Ê SIBATÊ BANDOREKE ZÊDE LI MALÊN KANTONA ŞEHBAYÊ KIRINE

Erdhejên 6’ê sibatê ku navenda wan Mereşa Bakurê Kurdistanê bû, ziyaneke mezin li kantona Şehba ya dorpêçkirî jî kirine.
Koçberên Efrînî yên li Şehbayê dimînin, ji tirsa dubarebûna erdhejan kon li çolan vedane û bêyî ku ti rêxistinek alîkariyê ji wan re pêşkêş bike, jiyana xwe diborînin.
Erdhejên 6’ê sibatê bandor li piraniya malên kantona Şehbayê ya dorpêçkirî ku piraniya koçberên Efrînê li wir dijîn, kirine.
Ji tirsa dubarebûna erdhejan û ji ber nesaxlemiya malan, koçberên ji Efrînê û xelkên ji Şehbayê, li nava çolan kon vedane û jiyana xwe li bin wan konan derbas dikin.
Dorpêça Hikûmeta Şamê û êrîşên domdar ên Tirkiyê li dijî wê herêmê, daye ser hemû derd û kulan û rewşa xelkê xirabtir kiriye.

Koçberên Efrînî bi rêya Rojava Tv daxwaz ji aliyên peywendîdar dikin ku destwerdanê bikin, dorpêç û êrîşan rawestînin.

Li gorî Hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî ya Encumena Kantona Şehbayê, ji sedî 80 malên li wê kantonê zirar dîtine û hinek jî êdî ji bo niştecihbûnê nayêne bikaranîn.