Kanala ROJAVA TV

QUTKIRINA AVÊ BERHEMANÎNA ELEKTRÎKÊ RAWESTANDIYE

XELKÊN JI KOBANÊ JI BER NEBÛNA ELEKTRÎKÊ DI REWŞEKE XIRAB DE DIJÎN

Ji ber qutkirina avê û rawestandina karê bendava Rojava, berhemanîna elektrîkê jî rawestiyaye û ev çend roj in xelkên ji Kobanê di tarîtiyê de jiyana xwe diborînin.
Xelkên ji Kantona Kobanê ji Rojava TV re gotin, ji ber nebûna elektrîkê ew rastî astengî û zehmetiyên mezin tên û daxwaz ji rêxistinên mafên mirovan kirin ku sînorekî ji kiryarên Tirkiyê re deynin.

 

Ji ber qutkirina ava çemê Firatê, ji aliyê dewleta Tirk ve, rêveberiya bendavan ji bo parastina ava vexwarinê û mewsimê çandiniyê karê bendava Rojava, anku Tişrîn heta 7’ê vê mehê rawestand.
Rawestandina bendavê, bû sedem ku elektrîk jî neyê berhemanîn û ev çend roj in xelkên ji Kobanê, rojên xwe bê elektîrk derbas dikin.
Şêniyên ji kantona Kobanê ji Rojava Tv re gotin, ji ber nebûna elektrîkê, ew rastî gelek zehmetî û astengiyan tên.
Nebûna elektrîkê barê pîşesazan jî girantir kiriye û heta radeyekê karê navçeya pîşesaziyê jî rawestandiye.

Li gorî peymana ku di sala 1987’an di navbera Sûriye û Tirkiyê de hatiye îmzekirin, divê di her saniyekê de 500 metrokop av were berdan, lê Tirkiyê ew peyman bi temamî bin pê kiriye û rêxistinên mirovî hişyariya rûdana karesetên mirovî didin.