Kanala ROJAVA TV

CENAZEYÊ KESAYETA WELATPARÊZ HEKEM XELO LI DIRBÊSIYÊ HATE OXIRKIRIN

EBDULKERÎM SAROXAN _ HEVSEROKÊ AKADEMIYA ISLAMA DEMOQKRATÎK EBDULKERÎM SAROXAN: HEKEM XELO JI DESTPÊKA ŞOREŞA ROJAVA VE KAR Û XEBATÊN WÎ HEBÛN

Doh di danê êvarî de encumena Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê merasîma oxirkirina cenazeyê kesayeta welatparêz û endamê encumena rûspiyan Hekem Xelo ku doh di danê sibehê de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da, lidarxist.
Merasîm li navenda encumena Malbatên Şehîdan a navçeyê, bi amadebûna bi sedan şênî, nûnerên saziyên sivîl, encumen û desteyên Rêveberiya Xweser, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.
Paşê cenazeyê wî bi merasîmeke bi heybet hat veguhestin û li gundê wî yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê spartin axê.
Di merasîma oxirkirinê de, hevserokê encumena zagonsaz li herêma Cizîrê Hikmet Hebîb sersaxî ji malbat, heval û dostên wî re xwest û got: “Hekam Xelo kesayetiyek welatparêz ya naskirî di civakê de bû û roleke wî ya mezin di avakirina pêkhateyên herêma Cizîrê de hebû”.
Ji aliyê xwe ve hevserokê akademiya Îslama Demokratîk Ebdulkerîm Saroxan jî di axaftina xwe de sersaxî ji malbata wî re xwest û got ku hekem Xalo di çareserkirina pirsgirêkên civakê de roleke mezin lîst.