Kanala ROJAVA TV

LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ JIN XWE LI DORA ZANISTA JINEOLOJIYÊ KOM DIKIN

yek ji destkeftiyên jinan ên şoreşa 19’ê tîrmehê Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, vekirina navendên Jineolojî, Kongra Star û Mala Jinê ye.
Endam û rêvebirên Jineolojî û mala jin a Herêma Firatê gotin, piştî şoreşê gelek guhertin di nava civakê de pêk hatin.

Şoreşa 19’ê tîrmehê ku bi şoreşa ziman û jinê tê naskirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dergehên asê û girtî yên li pêşiya jinan vekir û rengê jina azad di hemû qadan de berz kir.
Yek ji wan destkeftiyan vekirina navendên Jineolojî û Kongra Star in ku ji bo wekheviya di navbera her du zayendan û pêşxistina civakê de kar dikin.
Endama navenda Jienolojî ya Herêma Firatê, Canê Ebdo dibêje, Jineolojî zanista heqîqet û jiyanê ye.

 

Rêvebera Mala Jin a Herêma Firatê Şaha Elî jî dibêje, piştî şoreşê gelekî guhertin di civakê de çêbûn û wekhevî pêk hat.

 

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dehan rêxistin û dezgehên parastina mafên jinan hene û li gorî agahiyan, piştî şoreşê heta radeyekê jinan mafên xwe bi dest xistine, lê ji bo rakirina tundiyê divê ku têkoşîneke bêhempa were meşandin.