Kanala ROJAVA TV

LI KOBANÊ BI BONEYA 8’Ê ADARÊ MEŞEK HATE LIDARXISTIN

FATMA OSMAN- BEŞDARA MEŞÊ

Di bin dirûşmeya Jin, Jîyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve, Kongra Stra bi boneya 8’ê adarê, li navçeya Şêranê ya bajarê Kobanê meşek li dar xist.

Meşê bi beşdarbûna bi sedan şêniyên herêmê ji kolana sereke ya navçeyê dest pê kir û li rex hewzê avê veguherî mitîngê.

Di meşê de dirûşmeyên bijî berxwedana jinan û têkoşîna ku jin li dijî dagirkeriyê dimeşînin, hatin berzkirin

Li ser navê Kongra Star, Sara Xelîl axivî û got, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi saya felsefeya Rêber APO xwe azad kirin.

Beşdarên meşê gotin, jinan li seranserî dîrokê her dem li hemberî qirkirin û hêzên desthilatdar berxwedanî kirine.