Kanala ROJAVA TV

RÊXSITINÊN CIVAKA SIVÎL SEMÎNEREK JI BO 8’Ê ADARÊ LI REQAYÊ LI DAR XIST

Rêxistinên civaka Sivîl bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê semînerek li Reqayê li dar xist.

Bi diruşmeya “Jin, Jiyan, Azadî, Ber bi Şoreşa Jinê ve” Rêxistinên civaka sivîl bi kordîneya Meclîsa Jinê ya Zenûbya semînerek, li dar xistin.

Bi beşdarbûna Kesayetên saziyên sivîl û kesayetên serbixwe li avahiya Yekîtiya Endezyaran a bajarê Reqayê semîner hat dayîn.

Semîner ji aliyê rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbya hat dayîn. Her wiha sinifizyonek derbarê serkeftin û berxwedana jinan hat pêşandan.