Kanala ROJAVA TV

ENCUMENA JIN A PYD LI QAMIŞLO TÊKOŞÎNA JIN DI ŞOREŞA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DE NÎQAŞ KIR

Encumena Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD bi boneya 8’ê adarê her wiha bi dirûşma JIN JIYAN AZADÎ komxebatek li bajarê Qamişlo li dar xist.

koordînasyona jin, şandeyek ji Rêveberiya Xweser û şêniyên bajêr beşdarî komxebatê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin hatin kirin, di axaftinan de şehîd Avêsta Xabûr, Hevrîn Xelef û Zeyneb Mihemed û di oxira azadiyê de canê xwe dan bi bîr anîn, her wiha 8’ê adarê roja jinan a cîhanî li tevahî jinan hate pîroz kirin.

Di komxebatê de dîroka jin û awayên pêşxistina sîstema hevjiyana azad di nava jiyan û civakê de hatin nîqaşkirin.

Piştre, derbarê têkoşîna jin di şoreşa bakur û rojhilatê sûriyê de sînevisyonek hate pêşandan.

komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû, ji bendên encamnameyê bilindkirina têkoşîna jinan li dijî zihniyeta dewletan, piştgiriya rastiya jin di civakê de û parastina nirxên exlaqî yên civakê bû..