Kanala ROJAVA TV

ZANÎNGEHA ROJAVA BI BONEYA 8’Ê ADARÊ TÊKOŞÎN Û BERXWEDANA JINAN NÎQAŞ KIR

MAMOSTE: BI TÊKOŞÎNA JINÊ EM Ê DIRÛŞMEYA JIN JIYAN AZADÎ BILID BIKIN

di çarçoveya çalakiyên pêşwazîkirina 8’ê adarê de zanîngeha Rojava û Navenda Jinolojî li bajarê Qamişlo panelek bi rê ve bir.

di panelê de berxwedan û têkoşîna jinan di şoreşa rojava de her wiha serhildanên jina li rojhilatê kurdistanê hatin nîqaşkirin.

 

Bi dirûşma JIN JIYAN AZADÎ û bi rasthatina 8’ê Adarê roja jinan ya cîhanî zanîngeha Rojava û Navenda Jinolojî li bajarê Qamişlo panelek bi rê ve bir.

Panel bi beşdariya jinên ji rojhilarê Kurdistan û Îranê, xwendekar û mamosteyên zanîngehê her wiha Endama desteya hevserokatiya partiya yekîtiya demokratîk ya PYD li hola zanîngehê hate lidarxistin.

panel li ser du mijara hate sazkirin, yek berxwedana jinan di şoreşa Rojava de û yek jî berxwedana jinan li Rojhilatê Kurdistanê.

piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin hatin kirin di axaftinan de hate diyarin kir ku Şoreşa Rojava ku deng li cîhanê veda bû sembûla têkoşîna jinan.

 

Di panelê de jin ji rojhilatê Kurdistan û Îran bi riya zoomê tevl li nîqaşan bûn û serhildana xwe ya bi dirûşma JIN JIYANA AZADÎ nirxandin.

 

li seranserî bakur û Rojhilatê sûriyê ji bo pêşwazîkirina 8’ê Adarê roja jinan a cîhanî û nirsandina têkoşîn û berxwedana jinan çalakiyên cûr be cûr tên li darxistin.