Kanala ROJAVA TV

LI HESEKÊ KOMXEBATA ROLA JINÊ DI DESTEYA RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ Û EKOLOJÎ DE HATE LI DAR XISTIN

Îro bi dirûşmA “Bi Jin Jiyan Azadî Re, Ber Bi Şoreşa Jinê Ve” komxebata jin û rola wê di Desteya Rêveberiyên Herêmî û Ekolojî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi hevkariya Kongra Star û Koordînasyona jin ya Rêveberiya Xweser Her wiha Jinolojî hat li dar xistin .

Komxebat li hola Şeto ya li bajarê Hesekê bi beşdarbûna jinên di saziyên Rêveberiya Xweser her wiha partî, tevger û rêxistinên jinan pêk hat .

Komxebat bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir piştre Hevseroka Desteya Herêmî û Ekolojîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Metlî axivî û lidarxistina komxebatê di demeke hestiyar de pîroz kir.

paşê Endama Desteya Serokatiya PYD ê Foza Yûsif axivî û bal kişand ser têkoşîna jinan a di oxira azadiyê de û got : Ji bo serkeftina şoreşa jin em têkoşînê bilind bikin .